HELBEST
Payîz e
Payîz e ew dema çû
Ber zivistan derd giran bû
Çendîn bihar wê bihar wê derbas bû
Çendîn havîn wê derbas bûn
Agirê dilêm derman nebû
Kela sînê, derya jînê
Ez kustim ax wê evînê
Payîz e mij û dûman
Berx ketiye sofra guran
Çendîn deman, çendîn salan
Her mane li cîh û waran
Em mane bin cîh û waran
Kela sînê, derya jînê
Ez kustim ax wê evînê
Ey Azadî
Tu nizane
Bê ev çend sevresa
Li benda te mam
Di sevên res û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu were li deriyê min bixe
Ey Azadî
Te girtin ji destê min
Ey Azadî
Bi zorê te girtin
Ji himêza min
Bi zore te derxist
Ji xewnên zaroktiya min
Di dergûsa te de
Hînê dengê lorandinên min tê
Û bêhna kenê te
Hîn jî tê ji cilên min
Ji xwe bêhna hezkirina te
Xwe li ser dilê min kiriye neqs
Û qet ji dilê min nare
Ey Azadî
Tu bi xwe zane
Bê te jiyan tev giriye
Hemû jî ês û zoriye
Bê te jiyan koletiye
Ey Azadî
Di nav dîwarên zilmê de
Dixwestin te bi eciqanda
Ey Azadî
Dixwestin li du xwe bihêlin
Sevên sar û dirêj
Berf û baran mij û dûman
Ey Azadî
Kes bi qasî me
Xatirê te nizane
Û kes bi qasî me
Ji te heznake û bêriya te nekiriye
Ey Azadî
Ji ber ku tu ji
Dergûsa me hatiye revandin
Ey Azadî
Mîna Roja Me.
Her Bijî Kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî kurdistan
Sêrîn e l’ber dilê me
Her bijî kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî kurdistan
Kurdistana sêrîn e
Her bijî kurdistan
Temam mêrg û kanî ne
Her bijî kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî kurdistan
Çavê dujmin derîne
Her bijî kurdistan
Heqê xwe ji wan bistîne
Her bijî kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî kurdistan
Kurdistana rengîn e
Her bijî kurdistan
Azadî ji me mizgîn e
Her bijî kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî kurdistan
MEM Û ZÎN
Ger dê hebûya me padisahek
Laiq bidiya Xwedê kulahek
Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet
Rêbiwarên xweliyê
Rêbiwarên xweliyê
Bi cotin darînî
Zeviyên xewnan dajon
Bi tovên sevan zeviyan
diçînin
Bi seqema zivistanî
rengan dilorînin
Reng
berî ku sewqdar bibin
direvin
Rêbiwarên xweliyê
dibin xwelî
û her tistî bi xwe vedisêrin
DÛRBÛN
Heger tu dûrbî
dûrbûna stêran;
zîzbûna sevê
ez dê te bibînim.
heger tu dûrbî
dûrbûna rokê;
sipîdeyê
ez dê te bibînim!!
Û heger
tu dûrbî
dûrbûna welêt;
roja azadiyê
ez dê te bibînim.
YARÊ
Hezkirina te
pirtir
ji agir û tînê
min disojîne!!??
pirtir
ji peyketinê,
zindan û lêdanê
min dêsîne!!??
û
pirtir
ji avê,
ba
û rokê
in divejîne !!??
XERÎBIYÊ
Gava bi çavê girtî,
te ez dîtim.
bi guhê ker
te guhdarîkir,
û
bi sînga sar
te ez hembêzkirim,
Êdî min
kirasê xewna jibîrkirî
li xwe pêça,
û ji hêrsa asmanê te yî har
min xwe da bin
sîwana bagerê .
Dilê min
Çima To nahêle
Evîna te min sabike
Giyanê te min germ bike
Di kelim
Di nalim
Dilo bi kilo birîna te kûrre
Derdekî bê dermane
Gelo ezê ji kêre bêjim
Helwest û sirûda xwe
Wê kî guhdarîya min bike
Evîna min di nava rûpelê Dîrokê de
Bê hêvî kirin
Ma gelo Mirov bê evîn
Azadî dikare jiyan bike
Her ko kesekî Evîndar tê bîra min
Dilê min lê dide
Çavên min rondikan di barîne
Bi tenha di mînim
Têbêrîn min diksînin
Dergeh têne vekirin
Ta ji min dûr dikev?e
saw
Erd û Ezman
xwe li min radipêçe
Lalish
ji destê Pîr Êzdîn
Lalisim buhstra erdê me
Pir ser bilindim bi wê
Canê xwe didim ji bo wê
Ez bi navê xwe ji sekir sêrîntirim
Gula her dem û dem canim
Li xaka Êzid xanim
Bi xemil û xêzê grianim
Dilim li her dila nim
Gulim li her baxanim
Lalisim ez bi xemil û xêzê giranim
Ji tinabûnê ezim hebûn
Bi ava herî zelalim berî her ava me
Kaniya sipî me mora Êzîdî me helalim
Cil sipîme her û her ciwanim
Lalisim ware Êzidxanim
Bi beratim havênê erdê me
Lalisim bûhista cîhanim
Ez bi hezarê sal kevanarim
Lalisim riknê dest pêka cîhanim
Bawariya hemû dilanim
Ez ci bêjim nadê pesnê te
Ezman bandikê bi navê te
Lalis lalis lalis Gulîstana birînê
Ji gulîstana birînê
Bo te silavek sêrînê
Li ber pencerê
wêneyê te belawela
wek perîka
sivistanê
Dibarîne li xewna
Li rastiya
Agir û avê
Çirûskên destê
Min û hesin
Sewitand komek
tinazê
Avdayî bi xwînê
Ji navbera
Çavên sêrînê
Bê Te
Xewa Min
Bê Te Nahêt
Sebra Min Bê Te Nahêt
Jîyan Bê Te Ne Xuse
Dîrya Te Jî Ne Xuse
Ditna Te Sewqa Heyvê Ye
Kenya Te Wek Kulilkê Ye
Dê Tu Were Nazika Min
Te Agir Berda Dilê Min
Ey Zalimê Ey Kafirê
Bese Bide Ezaba Min
PÊSMERGE
Evîna te hembêzkir;
jibîrkir
ko dilê wî ne hejyaye!!??
Buxçika te hilgirt;
jibîrkir
ko gepa nanê wî ziwaye !!??
Û
Hêsrên te paqijkir;
Lê jibîr nekir
ko kela wî
ji tihna wa ye !
PAKREWAN
Ew digrîn
li ser lasê sar
ê gul li ser belavin
gulek li ser gerdenê ye
gulek li ser zike
gulek li ser mile
gulek di nav lêvan de ye.
Xewna rewrewk
Dema çavên xwe
ji xewna gelemse vekir
çarika resîyê tev çirand
wê çaxê..ew û yara dil bikul
li hevdû civiyan..
û qunaxa dûrbûnê
himbêz kirin..
Lê tu kesî bêhna wanî pizot
sar nekir
ji bilî rewrewka
desta Mêrdînê