|
CİWAN
HACO KİMDİR
Şeyh
Sait isyanından sonra, Midyat'tan Suriye'ye göç etmek zorunda kalan büyük bir
ailenin ferdidir Ciwan... Ailenin atası, Haco Ağa olarak bilinir. Şeyh Sait
isyanının bastırılmasında, devlete destek verirse eğer birtakım "imtiyazlar"
vaat edilir kendisine, ama her vaat gibi yerine getirilmez, Suriye'nin yolları
görünür Haco Ağa'ya mecburi. Suriye hükümeti toprak verir kendisine, geniş
aşiretiyle buraya yerleşir, ancak Kürtlüğü başına beladır, topraklar elinden
alınır sonra, aile göçe zorlanır, dünyanın her yerine dağılır aile fertleri...
Yazar çıkar aileden, şair, ressam, müzisyen çıkar, akademisyen
çıkar.
İşte Ciwan Haco, bu aileden çıkmış sanatçılardan
biridir.
1980'li yıllarda korsan kasetleri kaçak yollardan Türkiye, İran,
Irak ve Suriye'ye girdiğinde, müzik serüveni çoktan başlamış ve Almanya'da
Bochum Üniversitesi'nde müzik eğitimi görüyordu Ciwan Haco. Kendine has bir
tarzı vardı; Kürt müziğinde o zamana kadar alışık olmayan bir "ses" olarak
girdi. Pop, rock ve etno-caz türünü, bir daha çıkmamacasına Kürt müziğine
sokarken, kocaman bir coğrafyada çok büyük bir hayran kitlesini yaratıyordu.
Arkasından gelecek bir sürü müzisyene "örnek" oluyor ve Avrupa'nın önemli caz
kulüplerinde sahneye çıkıyor, dünyanın çeşitli yerlerinde verdiği konserleri
hıncahınç doluyordu.
Ciwan Haco, 1957 yılında Suriyenin Kamışlo kentinde
doğdu. Lise öğreniminden sonra Almanyanın Bochum Üniversitesi nin müzik
fakültesinde 3 yıl öğrenim gördü. Avrupalı müzik gruplarıyla çalışmalar da yapan
Ciwan Haco’nun Türkiye de, Sî û sê Gule Durî Bilura mîn Gula sor Leyla
isimleri albümleri çıktı. Ayrıca sanatçının Avrupada da Peşmergena Serhildan
Diyarbekîr Girtîyên Azadîyê isimli albümleri yayınlandı.
Otantik kürt
müziği özelliklerini Pop-Folk ve Rock ağırlıklı kalıplar içerisinde
düzenleyerek, bu ezgilerin dünyaya açılmasını sağlayan sanatçı, geleneksel olanı
popülerleştirdi
Xemgîn
Bîrhat hunermendê kurd e. Dr. Xemgîn Bîrhat di sala 1961´an de, li Dêrsimê
hate dinê. Di sala 1980´de xwendina lîseyê kuta kir û ji bo xwendina bilind diçe
Elmanyayê. Hunera Kurd li vê derê hîn baştir naskir. Li ser muzîk û hunera Kurdî
bi gelek hunermendên kurdre, weke Zozan, Çiya, Şehîd Sefkan û Mizgîn xebat kir û
bi hevkariya wan hunermendan yekemîn car Yekîtiya Hunermendên Welatparêz
Kurdistan, HUNERKOM di sala 1983´an de ava kirin. Li vê derê weke endamekî çalak
xebitî û di sazkirina Koma Berxwedan de cîhekî girîng girt. Dr. Xemgîn Bîrhat
xebata xwe a hunerî, ji sala 1983´an heta niha, di nav xebatên Koma Berxwedan de
jî berdewam dike. Di nav Koma Berxwedande hem gelek stran şîrove kiriye û hem jî
besteyên ku li hemu welat deng dane, afirandiye û nivîsandiye. Dr. Xemgîn
Bîrhat ji bilî tekoşîna civakî û hunerî, xwendina xwe ya akademîk jî domandiye û
li zanîngeha bilind li bajarê Münster (Elmanya) li ser rojnamevaniyê xwendina
xwe ya dawîn kuta kiriye û doktora xwe li ser Muzîka Kurdî stendiye.
Dr.
Xemgîn Bîrhat heta nîha pênç kaset tomarkirine. Di nav 16 berhemên Koma
Berxwedan de ji Xemgîn Bîrhat gelek stran şîrove kiriye û nivîsandîye.
Ji Wikipedia
Brader
muzîkar û wênesazekî kurd e. Brader an go Brader Mûsîkî 1958 li gundê Mûsîka,
herêma Mêrdînê hatiye dine. Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe
li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbaskiriye. Dibistana seretayî û navîn li
herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristî li bajarê Wanê xwendiye.
Ji
ber xebata xwe yê muzikê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigre.
Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr
dixe. Helbesta xwe ya yekemîn li zindanê çêdike.
Ji 1986 û vir de li
Holanda jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkirine. Piraniya stranên
xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava strana dengbêjî û nûjen de mîna pirekê dibîne.
Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên Kurd û Holandî
leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet
Mer Praaten,Van Godlos niha ji di xebatek nu ya filmeki Holandi deyi. Brader li
gel xebatên muzîkê û sinema xebatên wênekarî jî dike. Gelek caran li malper û
rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.
Piştî 18 salan cara yeke sala
2004 de vegeriya welat. Li sernaserê welat nêzîkî 30-40 konseri da. Albuma tali
di 2005 de bi navê Pepûlê derxistiye pêşberî guhdaran.
Dilgeş
hunermendekî kurd e. Hozan Dilgeş di sala 1952 de li Bajarê Merdînê hatiye
ru dinê. Kaseta xwe a yekemîn di sala 1978 de çêkir. Di vê kaseta xweda
rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: "ma qey bindestî para
meye." Kaseta xwe a duwemîn di sala 1979 de derdixe. Di vê Kaseta xwe de banga
şer li dijî bindestîyê dike û dibêje here şoreşê here kurê min / li te helal be
şîrê berê min. Kaseta xwe a sisyan di sala 1980 de çêdike û di virde bala Gel
dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje xum
xum xumeynî, tu xwîna kurda dimijî.
Di kaseta xwe a çaran de ku sala
1981 de derxistiye, terora cuntaya 12 Elunê li Kurdistana Bakur şermezar dike û
banga xwe bi agirê Newrozê dike Newroze Newroze cejna kurdane / Brano cejna we
pîroz be.Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza Proleterya li
dijî Kapîtalîzmê dinirxîne û di kaseta xwe a pençan de (1983) banga Karkeran
dike: Ey Karker û Proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima
birçiye lo şev û roj. Bi destpêkirina şerê çekdarî li kurdistana Bakur bandora
xwe dide ser hunera Dilgeş jî . Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan û heştan
(1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM çêdike û dîsa banga xebatê dike û bîranîna
şehîdan tîne ziman.
Li Merdînê li Bagokê Xwîn herîkê wekê cokê
şer devam kir şev û rokê bijî şerê me li Bagokê. Her wuha hozan
Dilgeş di helbestên xwe da bala Gel dikşîne ser îdeolojî û Felsefeya nuh ku Gelê
kurd tide dömeşe û li ser seokê Netewî wuha dibêje: Serokê gelemperî / Xweş
rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira find û fenerî. Di vê Kaseta xweyî
nuh de Hozan Dilgeş dîsa bîranîna şehîdan û buyerên dawî tîne ziman. Em dêbêjin
her bijî Hozan Dilgeş em hevîdarin û em dizanên Dilgeş bi helbestên xwe û bi
xebata xwe dilê Gelê me da cîh girtiye.
|